Hêzên Amerîkî li nêz sînorê Tirkiyê 2 dewriye gerandin

13 mijdar 2019 21:29
Hêzên Amerîkî li nêz sînorê Tirkiyê 2 dewriye gerandin

PeyamaKurd - Hêzên Amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê, îro 2 dewriyeyên çavdêriyê yên nû li bajarên li nêzîkî sînorê Tirkiyê gerandin.

Li gorî ragihandina jêderên ji Rojavayê Kurdistanê îro hêzên Amerîkî ji bajarê Dêrikê dest bi dewriyeyê kirin û piştre heta Çilaxa, Tirbesipiyê û Qamişlo çûn û ji wir jî vegeriyan baregeha xwe ya li gundê Hîmoyê.

Herwiha hat ragihandin ku hêzên Amerîkî li rojhilatê Tirbesipiyê li nêzîkî sînorê Tirkiyê xaleke çavderiyê ya nû ava kiriye ku cara yekem e hêzên Amerîkî xaleke leşkerî li wir ava dikin.

Dewriyeya duyemîn a hêzên Amerîkî jî li bajarokê Rimêlanê û Çilaxa hatiye kirin û li nava kêlgehên petrol û gazê geriyaye û piştre berê xwe daye çiyayê Qereçoxê û piştre derbasî bajarê Dêrikê û çûye heta Eyndîwer û sêkoşeya sînorî ya Sûriye, Tirkiye û Iraqê.