Ji hêzên Rûsya û Tirkiyê dewriyeya hevbes li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê dewriyeyeke hevbeş a çavdêriyê li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê pêk anîn.
Hat zanîn ku di dewriyeya hevbeş de, 4 wesayîtên zirxî yên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û 4 jî yên artêşa Tirkiyê cih girtin û li rojavayê bajarokê Dirbêsiyê geriyan ku 2 helîkopterên Rûsyayê jî ji asman ve çavdêrîya dewriyeyê kirin.
Gera çavdêriyê ji gundê Şêrk ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û hezên her du welatan piştî derbasbûna çend gundên li ser sînor, dîsa vegeriyan cihên xwe yên destpêkê.
Hêjayî gotinê ye, dewriyeyên hevbeş ên hêzên Rûsî – Tirkî yên li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina Soçî ya di navbera Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a 22 Cotmeha 2019an de, têne kirin ku mebest dûrxistina HSD û YPGê ji sînorên bakurê Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin