Hêzên Tirkiyê bêyî Rûsya li ser M4ê dewriye gerandin

23 adar 2020 04:28
Hêzên Tirkiyê bêyî Rûsya li ser M4ê dewriye gerandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên artêşa Tirkiyê li derveyî rêkeftina 5ê Adarê ya Moskowê tevgeriyan û li Idlibê bêyî beşdarbûna Rûsyayê dewriyeya leşkerî li ser rêya M4 pêkanîn.

Hat diyarkirin ku tevî bêdengiyekê, îro dewriyeyeke leşkerî ya tirk li ser riya M4 a navdewletî ya Heleb-Lazqiyê geriya.

Hat zanîn ku dewriye tenê ji maşîneyên leşkerî yê dewleta Tirk pêk dihat û hêzên rûsî tê de cî negirtin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewriyeya navborî ji gundê Tirnebe yê rojavayê bajarê Seraqiba Idlibê dest pê kir û li herêma Misêbîn li gundewarê Idlibê bi dawî bû.

SOHRê da zanîn ev dewriyeya pêncemîn e ku bêyî hêzên Rûsî digere û tenê ji maşîneyên dewleta Tirk pêk tê.

Rûsyayê doh jî derbarê binpêkirina agirbesta Puitn-Erdogan de ragihandibû ku 20ê Adarê agirbest 4 caran hatiye binpêkirin.