Hêzên Amerîka ji Kobaniyê vekisiyan: Ji Pentagonê daxuyanîya vekisînê...

13 cotmeh 2019 20:56
Hêzên Amerîka ji Kobaniyê vekisiyan: Ji Pentagonê daxuyanîya vekisînê...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro piştî ketina topan li nav bajarê Kobanî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û birîndarbûna du hemwelatiyan, hêzên Amerîkî jî ji baregeha xwe ya li Kobaniyê vekişiyan.

Piştî vê vekişînê bi demekê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand ku dê hemû hêzên wan vekişin başûrê qada şer. Herwiha hat ragihandin ku dê Amerîka ji tevahiya bakurê Sûriyê jî vekişe û niha biryara vekişandina 1000 leşkeran hatiye dayîn.

Îro jî 2 top li nava Kobanî ketibûn û di encamê de 2 welatî birîndar bûbûn.

Du roj berê jî artêşa Tirkiyê nêzîkî binkeya hêzên Amerîkî li ser girê Miştenûrê topbaran kiribû. Leşkerên Amerîkî ji baregehê derketibûn û piştre dîsa vegeriyabûn cihên xwe.

Rayedarên leşkerî yên Amerîkî ji medyayê ragihandibûn ku ew êrîşa nêzîkî leşkerên wan ji aliyê Tirkiyê ve bi qest û zanebûn hatiye kirin, lê heta niha jî Amerîkayê ti bersivek nedaye Tirkiyê.

Herwiha berpirsekî Amerîkî jî hişyarî dabû ku dibe hêzên Amerîkî li bakurê Sûriyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bêne dorpêçkirin û hişyariya rûbirûbûna wan komên çekdar dabû.

Tê ragihandin ku li nêzî Girê Spî jî çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve nêzîkî binkeyên Amerîkî bûne.