Karwaneke hêzên Amerîkayê ji nû ve vegeriya dorûbera Kobaniyê

31 cotmeh 2019 21:31
Karwaneke hêzên Amerîkayê ji nû ve vegeriya dorûbera Kobaniyê

 PeyamaKurd - Karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê, ji navçeya Eyn Îsayê çû başûrê Kobanê navçeya Sirînê. 

Piştî êrîşên berdewam ên Tirkiyê hêzên Amerîkî yên vekişiyabûn ji nû ve vegeriyan baregehên xwe yên berê ku di bin fişara êrîşên Tirkiyê û çekdarên SMO de ne.

Hevpeymaniya Navdewletî piştî vekişîna ji baregehên xwe bi çend rojan îro karwaneke mezin a hêzên xwe ya ji Til Temir derket û ber bi navçeya Eyn Îsa û ji wir jî derbasî navçeya Sirînê ya Kobanê kir û ket navenda navçeyê. Karwan ji maşîneyên zirxî û cebilxaneyên leşkerî pêk tê.

Li aliyê din jî li ser rêya M4 a navdewletî û derdora navçeya Eyn Îsayê, dewriya rûsî û hêzên rejîma Sûriyê dewriye kirin.