APyê askera kir ku hêzên Amerîkayê yên vekisiyane dê li kû bicî bibin
PeyamaKurd - APyê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump mîsyona leşkerî ya bo parastina navendên petrolê yên li rojhilata Sûriyê pejirandiye.
Ajansa nûçeyan ya Associated Press (AP) ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump mîsyona leşkerî ya bo parastina navendên petrolê yên li rojhilata Sûriyê pejirandiye.
APê ku xwe dipêrê rayedarên Amerîkî dîyar kir ku Trump û berpirsên berevanîyê roja Înê civîyane û biryar dane ku bi sedan leşker di navbera Heseke û Dêrezorê de bi cîh bibin.Ew herêma bi qasî 150 kîlometre dirêj di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.
Rayedar diyar dikin ku ewê hûrgiliyên bicîhbûnê di rojên pêş de eşkere bibin. Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) neda zanîn ku dê çend leşker li Sûriyê bimînin.
Berpirsên navên wan nehatine eşkere kirin amaje dikin ku dê herî kêm 800 leşker di navbera Heseke û Dêrezorê de bi cîh bibin. Li gorî ku rayedarên Amerîkî diyar kir k Trump û berpirsên berevanîyê roja Înê civiyane û biryar dane ku bi sedan leşker di navbera Heseke û Dêrezorê de bi cîh bibin..
Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) neda zanîn ku dê çend leşker li Sûrîyê bimînin. Berpirsên navên wan nehatine eşkere kirin amaje dikin ku dê herî kêm 800 leşker di navbera Heseke û Dêrezorê de bi cîh bibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin