Hêza PKKê ya Singalê dixwaze bibe besek ji Artêsa Iraqê

18 tîrmeh 2019 23:24
Hêza PKKê ya Singalê dixwaze bibe besek ji Artêsa Iraqê

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê hêza girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê  (PKK) ku aniye Şengalê hewl dide di bin baskê Heşdî Şabî de bibe beşek ji artêşa Iraqê.

Parlementerê kurd li Parlementoya Iraqê Nasir Yûsif daye xuyakirin, divê ew hêza PKKê ji Şengalê derkeve lewre ew ne hêzeke rewa ye û li gor rapora Parlementoya Iraqê divê ji Şengalê derkevin.

Li gorî raporta Heftenameya Basê hêza PKKê ya li Şengalê damezirandiye ya bi navê Yekîneyên Berevaniya Şengalê (YBŞ) her meh bi rêya Heşdî Şabî mûçe û çekan ji Bexdayê distînin.

Herwiha YBŞ hewl dide sûdê ji wê biryara Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ya derbarê yekxistina Heşdî Şabî û beşdariya Heşdî Şabî bo nava artêşa Iraqê bistîne û di wê çarçoveyê de bibe beşek ji artêşa Iraqê û mûçe û çekan ji Iraqê bistîne.

Di serdana xwe ya dawî ya bo Şengalê de, Serfermandarê Iraqê daxwaz ji hêzên Heşdî Şabî kiribû yan çekan daynin yan jî xwe bikin yek beşdarî li nava artêşa Iraqê da bikin. Herwiha lîjneyeke Parlementoya Iraqê jî bo meseleye raportek amade kiriye.

Parlementerê Partiya Demokrara Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Nasir Yûsif ji heftenemaya Basê re daye zanîn ku hebûna hêza PKKê li Şengaê ne destûrî ye nabe hêzeke biyanî bi îdelojiya PKKê di nava çarçoveya artêşa Iraqê da cîh bigire. Nasir Yûsif got:“Bi ti awayî yasayeka Iraqê rê nade ku ew bibib beşek ji artêşa Iraqê û mayîna hêza PKKê heta aniha jî ne yasayî ye. Hêza PKKê rêliber wê yekî digire aniha rêveberiya îdarî ya Şengalê jî veger û dest bi kare xwe bike.