Fermandarê Hêza Êzîdîxanê: PKK dixwaze Singal bibe wek Efrîn û Serê Kaniyê
PeyamaKurd – Fermandarê Hêza Êzîdîxanê Heyder Şeşo diyar kiriye, li her cihekî desthilata Heşda Şeibî hebe, PKKê lê ye û hevkarî û hevahengiyê bi hev re dikin.
Fermandarê Hêza Êzîdîxanê Heyder Şeşo daye zanîn, ji sala 2017an ve her dema hikûmeta Iraqê xwestiye îdareya rewa ya Şingalê vegere wî bajarî, kom û mîlîşyayên çekdar li dijî wê yekê derdikevin, piştevaniya PKKê dikin û aloziyan dirust dikin.
Şeşo eşkere kiriye: “Heşda Şeibî û PKKê aloziyan li hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê derdixin. PKK li Şingalê, Mexmûr, Kerkûk û Xaneqînê jî heye, li her cihekî desthilata Heşda Şeibî hebe, PKKê lê heye û hevkarî û hevahengiyê bi hev re dikin.”
Şeşo herwiha destnîşan kiriye: ‘‘Hebûna PKKê li Şingalê, planek li dijî îradeya xelkê Şingalê ye û hemû alî li hember derxistina PKKê ji Şingalê ne cidî ne. Dixwazin Şingal wek Efrîn û Serê Kaniyê lê were.”
Fermandarê Hêza Êzîdîxanê diyar kiriye, divê Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên navdewletî, karesata bi serê xelkê Şingalê de hatiye, li ber çav bigirin.
Herwiha eşkere kiriye: “Bi dîtina me, Hikûmeta Iraqê dikare di heyama mehekê de PKKê li Şingalê nehêle û dikare di mehekê de rêkeftina Şingalê cibicî bike û xelkê Şingalê qerebû bike.”
Şeşo tekez kiriye: “Şingal perçeyek ji xaka Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ber Şingalê de berpirs e û divê xwedî lê derkeve, ji ber ku ji sedî 70 zêdetir ji xelkê Şingalê dengê xwe da lîsteya Kurdistanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin