Îsraîlê kustina fermandarê Hêza Ridwan a Hizbullahê ragihand

04 mijdar 2024 21:26
Îsraîlê kustina fermandarê Hêza Ridwan a Hizbullahê ragihand

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê Hêza Ridwan a girêdayî Hizbullahê Riyad El Xezawî li bajarokê Sultaniyê yê başûrê Lubnanê hatiye kuştin.

Hêjayî gotinê ye, 30ê Cotmeha borî artêşa Îsraîlê kuştina cîgirê fermandarê Hêza Ridwan, Ehmed Şehdî di êrîşeke hewayî de li Nebtiyê, ragihandibû.

11ê Cotmehê jî di êrîşeke hewayî de fermandarê yekîneya moşekên dijî tankan a Hêza Ridwan, Xerîb El Şujai hatibû kuştin û di Îlona borî de jî fermandarê heman yekîneyê Îbrahîm Eqîl li başûrê Beyrûtê hatibû kuştin.