Hewlêr careke din bû armanca êrîşên dronan

17 tîrmeh 2026 23:57

Piştî êrîşên duh, Hewlêr di nava şevê de rastî êrîşeke nû ya dronan hat.

Hewlêr careke din bû armanca êrîşên dronan

RûpelNews - Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, çar dronên ku Hewlêr dikirin armanc, ji aliyê pergalên berevaniya esmanî ve hatin tespîtkirin û li nava hewayê hatin têkbirin.

Hat ragihandin ku teqîn di dema bêbandorkirina dronan de çêbûne.

Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin û ji Rûdawê re hatine şandin, kêliya çalakbûna pergalên berevaniya esmanî yên C-RAM û têkbirina armancan nîşan didin. Di dîmenan de teqînên ku asîmana şevê ronî dikin û çalakiya gulebarana pergalên berevaniyê derdikevin pêş.

Duh her wiha cihên cuda yên Herêma Kurdistanê jî bûbûn armanca êrîşan.