Hevpeymaniyê ji nû ve dest bi rahênana Pêsmerge kir
PeyamaKurd - Fermandarê Navenda Rahênanê yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ragihand ku rahênana hêzên Pêşmerge ji nû ve hatiye destpêkirin û got, ti cihekî wek Herêma Kurdistanê zemîneke baş ji hevpeymanan re peyda nekiriye ji bo karê xwe bikin.
Bi merasîmekê Berpirsê Navenda Hewlêrê ya Rahênankirin û Hevahengiyê (KTCC) Kolonel Guiseppe Levato, piştî 7 mehan erkê xwe bidawî kir û fermandarekî din cihê wî girt.
Berpirsê Navenda Rahênanê ya Hevpeymaniya Nvadewetî General Paolo Attilio di merasîmê de spasiya herêma Kurdistanê kir û wiha axivî:
“Spas ji berpirsên Herêma Kurdistanê re, ku baştirîn rewş amade kirine, ta hêzên Hevpeymanan erkên xwe bicih bikin. Navenda Kurdistan bo Rahênan û Hevahengiyê, rahênanê bi hêzên Pêşmerge û Zêrevan dike, dikarim bibêjim, ev serkeftîtirîn navenda hepeymanên me bû.”
Kolonel Guiseppe Levato ji medya Kurdistanê re ragihand, tevahiya rahênankirina bi hêza Pêşmerge dest pê kiriye û hêzên wan jî heta demeke nediyar li Kurdistanê dimînin.
Berpirsê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di merasîmê de gotarek pêşkêş û red kir ku bi ti awayekî razî bin, hêzên hevpeymanan ji Iraqê vekişin.
Ev biryara hêzên hevpeymaniyê bo herêma Kurdistanê, li demeke ku li Iraqê daxwaza derketina hêzên biyanî û bi taybet yên Amerîkayê tê kirin tê bicihkirin ku herêma Kurdistanê naxwaze hêzên hevpeymaniyê û Amerîkayê ji ber metirsiya terorê vekişin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin