Hevpeymaniyê di nav du rojan de 130 wesayîtên zirxî radestî Hêzên Pêsmerge kir
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, alîkariyeke din a ji 130 wesayîtên zirhî pêk tê, radestî Wezareta Pêşmerge kir.
Cîgirê Rêvebirê Koma Şêwirmendên Leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê Todd Burroughs, li ser Twitterê ragihand, Hevpeymaniyê di çarçoveya alîkariyên xwe yên bo Hêza Pêşmerge de, roja Pêncşemê 23yê Îlonê zêdetirî 60 otomobîlên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge kir.
Todd Burroughs got ku hevpeymaniyê roja Çarşemê 22yê Îlonê jî 70 wesayîtên din ên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge kirine.
Burroughs eşkere kir, ew alîkariyên leşkerî ji bo “embara M4 a Wezareta Pêşmerge” hatine şandin û destnîşan kir, ew alîkariyên leşkerî dê hatin û çûna pêşmergeyan, şiyana veguhastina piştevaniya lojistîk ji bo Hêza Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de bi awayekî gelek baş bipêş bixin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin