Wezareta Pêsmerge: Hingarya dest bi rahênana Pêsmerge dike
PeyamaKurd – Şandeke serbazî û dîplomasî ya Hingaryayê, bi Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê re civiya û di civînê de, tekezî li ser berdewamiya piştevanî û piştgîriya wan ji Wezareta Pêşmerge re ji bo têkşikandina terorê kir û bi rêya şêwirmendên xwe yên leşkerî, dest bi rahênana Pêşmerge dike.
Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, di civînê de bi hûrî pirsa gef û metirsiyên DAIŞê û tevgera teroristan li navçeyê hatin guftûgokirin.
Herwiha hat eşkerekirin, di civînê de tekezî li ser hevahengî û erkê hevbeş di rûbirûbûn û şikandina teroristan hate kirin. Her du aliyan jî, bi girîngî jî behsa pêwendiyên niha yên di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hevpeymanan de kirin.
Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Pêşmerge rola Hingarya û hêzên wê bilind nirxand ku di heyama şerê li dijî DAIŞê de alîkar bû û got: “Ji bo şikandin û nehîştina gefên terorê, pêwîstiya me bi alîkariya hemûyan heye.”
Di berdewamiyê de destnîşan kir, şanda serbazî û dîplomasî ya Hingaryayê, Wezareta Pêşmerge dilniya kir ku ew di piştevanî û hevkariya Pêşmerge de berdewam dibin û bi rêya şêwirmedên xwe yê serbazî jî dest bi rahênana Pêşmerge dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin