Hevpeymaniyê ji bo baregeha li Rojavayê Kurdistanê sewqîyata leskerî kir
01 îlon 2021 18:39
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke din a alavên leşkerî û lojîstîkî şand Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê, karwana hevpeymaniyê ji ser deriyê Tanfê de derbas bûye û alîkariyên leşkerî gihandine baregeha xwe ya li Rojavayê Kurdistanê.
Hat diyarkirin ku karwana hevpeymaniyê ji 24 barhilgirên sergirtî pêk dihat û ji nav Qamişlo ber bi Rimêlanê ve bi rê ketiye.
Herwiha SANAyê di nûçeyeke xwe de gotiye, doh 31ê Tebaxê li Dêrazorê êrîşeke moşekî li dijî baregeha Amerîkayê pêk hatiye ku piştî wê hêzên hevpeymaniyê ketine amadebaşiyê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hevpeymaniyê sewqîyata leskerî bo Rojavayê Kurdistanê kir
04 brf 2020
Cîhan
Êrîsî baregeha Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê hat kirin
02 rbn 2025
Kurdistan
Aymaz:Serok Barzanî xwedî li doza Rojavayê Kurdistanê derket
04 sbt 2026
Kurdistan
BCF: 314 barhilgirên alîkariyê gihîştin Rojavayê Kurdistanê
02 sbt 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin