Hevpeymanî hêza xwe ya li Rojava zêdetir dike

10 tîrmeh 2024 18:53
Hevpeymanî hêza xwe ya li Rojava zêdetir dike

PeyamaKurd - Hate ragihandin hku Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) serkêşiya wê dike, li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe xurtir dike û pêwîstiyên lojîstîk û leşkerî digihîne baregehên xwe yên Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî jêderên herêmê, duh hêzên Hevpeymaniyê, karwanekî leşkerî yê ji çend barhilgiran pêk tê, di ser deriyê sînorî yê El-Welîdê de ji aliyê Herêma Kurdistanê derbazî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Jêderan dane zanîn ku ew karwana leşkerî ji Herêma Kurdistanê hatiye Rojavayê Kurdistanê û li vê derê çûye baregehên hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê yên li gundewarê Hesekê.

Hate ragihandin ku di van barhilgiran de ji bilî kelûpelên lojîstîk û pizîşkî hin barên nayên zanîn ku çi ne jî hebûne.

Duh hatibû ragihandin ku 2 frokeyên kargoyê ku kelûpel û alavên leşkerî û lojîstîk tê de bûne, çûne baregeha li gundê Xerab El-Cîrê yê bakurê bajarokê Rimêlanê.

Li gorî Rîwangeya Mafên Mirovana Sûriyeyê (SOHR), duşema çûyî jî Hevpeymaniya Navneteweyî karwanekî leşkerî ku ji 38 tankêrên sotemeniyê û barhilgiran pêk dihat, derbazî baregehên Qesrik û Til Beyder ên li Hesekê kiriye.

SOHRê da zanîn hku ev karwan jî bi ser deriyê sînorî yê El-Welîdê hatine Rojavayê Kurdistanê.