Bennet: Îran salane zêdetirî 30 milyar dolar ji Hêza Qûds re xerc dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftalî Bennet, di hevpeyvîneka digel tora medyayî ya Iran International de got, Îranê salane zêdetirî 30 milyar dolar ji bo Hêza Qûds a şaxê derve yê Sûpaya Pasdarên Îranê û komên çekdarên girêdayî wê xerc dike.
Bennet daye zanîn ku ew raporên xercîneyên leşkerî yên Îranê dibîne û dide xuyakirin, “Ew pere bandoreke watedar li ser jiyana Îraniyan heye”.
Bennet dibêje; “Komara Îslamî ya Îranê hikûmeteke gemar e.. Ez raporên Îtlaatê dişopînim. Asta pereyê ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatiye xerckirin tiştekî pêkenok e”.
Naftalî Bennet got ku divê rejîma Îranê di demeke nêz de were hilweşandin û hikûmeteke azad û demokratîk li Îranê were avakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin