Amerîka, hêza xwe li Rojava zêde dike
PeyamaKurd- Lêkolînerê siyasî Dr. Ferîd Sadûn ji bo Rûdawê rewşa Rojhilata Navîn nirxand û diyar kir ku Amerîkayê di demên dawî de hêzên xwe yên li Rojava û yên li Tenefê zêde kirine.
Dr. Ferîd Sadûn, di nirxandinên xwe de bal kişand ser şerê ku niha di navbera Îsraîl û Hamasê de berdewam dike û bandorên wê yên li Rojhilata navîn wiha pênase kir:
“Amerîkayê, ji niha ve hêzên xwe yên li Rojava zêde kirine. Di van demên dawî de gelek hêzên Amerîkî hatin Rojava. Ew ne tenê ji bo Rojava, ji bo herêma Tenefê jî hatin şandin.
Sadûn destnîşan kir ku piştî pevçûnên li Xezayê ew baregeh bi taybetî nehatine hedefgirtin û berê jî gelek caran bi balafirên bê mirov ên çekdar û bi balafirên bê mirov êrîşî baregehan kirin.
Ferîd Sadûn got, "Eşkere ye ku ev êrîş ne nû ne. Bergeh û xalên Amerîkayê ji destpêka damezirandina xwe ve li Rojava bûne armanc. Amerîka ji niha ve hêzên xwe li Rojava zêde kiriye. Di van demên dawî de gelek hêzên Amerîkî hatin Rojava. Ne tenê ji bo Rojava, ji bo herêma Tenefê jî hatin şandin.
Di warê leşkerî de bi şandina çeken giran ên nû hêza xwe zêdetir dike. Amadekariyên ji bo bersivdayîna di rewşeke muhtemel a li herêmê de pevçûnek tê kirin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin