Amerîka li Qatarê hêza xwe ya leskerî zêde dike

14 rêbendan 2019 01:23
Amerîka li Qatarê hêza xwe ya leskerî zêde dike

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku wan û Qetarê lihevkirine da hêzên xwe yên leşkerî yên li baregehên hewayî yên “baregeha Qatar û baregeha hewayî ya Udeyd” ê zêde bike.

Pompeo piştî seredana Qatarê li payîtext Dohayê bi wezîrê karên derve yê Qetarê Şêx Muhammed Bin Abdurrahman El Sanî re civiya û piştî civînê bo çapemeniyê civînek lidar xist. Pompeo got ku ew bi Qetarê re Iraq û Afxanistan di nav de, bo çareseriya pirsgirêkên herêmê, bi hevkarî dixebitin û weha dewam kir:

“Qatar mazûrvaniya 13 hezar leşkerên me dike û bi vê sedemê em ji Qatarê re minnetdarin. Me li ser baregehên hewayî yên Qetar û Udeydê lihev kir. Qetar têkoşîna Amerîkayê ya bi terorê re xurt dike û di şerê li dijî DEAŞê de endamekî girîng e.”