Hevdîtinên agirbestê bidawî bûn: Wê operasyona Refahê bidome
10 gulan 2024 20:10
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku gera dawî ya hevdîtinên agirbestê yên bo Xezeyê li paytexta Misirê Kahîreyê hatin kir.
Li gorî zanyariyan, gera dawî ya hevdîtinên ligel şanda Hemasê ji bo pevguhertina dîlan hatin kirin ku şandên Îsraîl, Amerîka, Misir û Qeterê beşdarî kirin.
Di hevdîtinan de ne agirbest ne jî pevguhertina dîlan derket.
Li aliyê din jî rayedarên Îsraîlê ragihandin ku wê operasyanên ser bajarê Refahê berdewam bikin.
Hate zanîn Hemasê ji ber êrîşên ser Refahê, pêşniyara pevguhertina dîlan qebûl nekiriye. Çavkaniyên Misirê dane xuyakirin ku her çiqas di hevdîtinan de pêşveçûn çêbûye jî negihîştine encamekê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Artêsa Îsraîlê li navçeya Sabûra ya Refahê dest bi operasyona bejayî kir
21 adr 2025
Cîhan
HSD: Operasyona paqijkirin û lêgerînê ya li girtîgeha Hesekê bidawî bû
30 rbn 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin