HSD: Operasyona paqijkirin û lêgerînê ya li girtîgeha Hesekê bidawî bû

30 rêbendan 2022 23:59
HSD: Operasyona paqijkirin û lêgerînê ya li girtîgeha Hesekê bidawî bû

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser operasyona paqijkirinê ya li girtîgeha Sinaa ya Hesekê ku terorîstên DAIŞê 20ê Çileyê 2022yan serî hildabûn daxuyanî da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên wan operasyonên li avahiyên mayî yên li girtîgeha Sînaa bi dawî kirin.

HSDê diyar kir: "Di çarçoveya pêngava operasyonên berfireh de ku hêzên me li dijî çeteyên DAIŞê dane dest pêkirin, em radigihînin ku operasyona lêgerînê li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê bi dawî bû. Herwiha em radigihînin ku operasyonên lêgerînê yên li dijî çekdarên DAIŞê yên li avahiyên bakurê girtîgehê yên mayî bi dawî bûn.”

Herwiha hat gotin ku wê Fermandariya Giştî ya HSDê têkildarî êrîşa dawî ya li ser girtîgehê   di demeke pêş de daxuyaniyekê bide û agahiyên berfireh parve bike.