Ji Sêwirmendê Asayîsa Amerîka daxuyaniya êrîs û operasyona girtîgeha Hesekê
PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî ya Amerîka yê Serokê Amerîka Joe Biden, Jake Sulivan derbarê êrîşa terorîstên DAIŞê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de, daxuyanî da.
Sullivan di daxuyaniya xwe de, behsa hebûna bi hezaran çekdarên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û berdewamiya gefa DAIŞê û şerê şervanên HSDê yê li dijî wan kir.
Jake Sulivan got ku bi saya rijdbûn û wêrekiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku gelek qurbanî dan, DAIŞê nekarî careke din derbasî nava girtîgehê bibe ku dîsa xwe birêxistin bike.
Sulivan diyar kir, “Hovîtiya DAIŞê di êrîşê de nîşan dide ku çima divê ew nehêlin DAIŞ xwe birêxistin bike û çima divê welat rewşa bi hezaran çekdarên DAIŞê li girtîgehên ne guncaw çareser bikin.”
Jake Sulivan dubare kir, “DAIŞ heya niha gefeke cîhanî ye, pêwîstî bi çareseriyeke navdewletî heye. Amerîka pabendî karê hevbeşiya li gel Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ji bo şikandina DAIŞê.”
Hêjayî gotinê ye, HSDê doh 30yê Çileyê 2022yan ragihand ku operasyona paqijkirina girtîgeha Sinaa li taxa Xiwêran ya Hesekê bi dawî bûye û ew dê bi civîneke rojnamevanî amar û hurgiliyê operasyonê eşkere bikin

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin