Hesda Seibî amadekariyên avakirina Hesda Kurdî dike
PeyamaKurd - Koma çekdarên Heşda Şeibî ya şîeyên Iraqê yên alîgirên Îranê, ketiye nav amadekariyên avakirina hêzeke bi navê Heşda Şebî Kurdî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Heşda Şeibî li Kerkûkê xebatên berhevkirina çekdaran bo wê hêza Kurdî dimeşîne û piştî sê salan ku li gundekî navçeya Dubiz a Çexmaxe ya Kerkûkê hêzeke Heşda Şeibî hatibû avakirin, amadekariya avakirina Heşda Kurdî dike.
Yek ji damezrînerê Heşda Şeibî ya Kurd Edhem Cuma ji K24ê re gotiye, ew dê hêza ji 150 kesî pêk dihat û sala 2020an hatibû avakirin ji nû ve pêk bînin û hewl bidin ciwanên Kurd beşdarî nav wê hêzê bibin.
Li gorî agahiyan hejmarek fermandarên Heşda Şeibî ji bo damezrandina hêza Kurdî li Kerkûkê civînek li dar xistine û dixwazin baregeha wê jî li herêmên Şiwan û Leylan a Kerkûkê be. Dê ew hêza Kurdî jî yekser girêdayî Heşda Şeibî be û fermanan jê bistîne.
Hêjayî gotinê ye, Kurdên Kerkûkê li dijî wê hêzê ne û dibêjin, dê bibe sedema pevçûn û aloziyan.
Li aliyê din jî tê gotin ku Heşda Şeibî bi vî pêngavê hewl dide ji parçebûna hêzên Kurdî yên kerkûkê sûde werbigire û dibe ku di damezrandina wê hêzê de bi ser jî bikeve.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin