Herêma Kurdistanê derbarê Kerkûkê de belge pêskêsî NYyê kirin
PeyamaKurd - Endamê Komîteya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê, Şaxewan Ebdullah dibêje, wî li ser karên neyasayî û nedestûrî yên îdareya niha ya Kerkûkê û proseya erebandin û guhertina demografiya Kerkûkê gelek belge radestî nûnera Netewên Yekbûyî kirine.
Li çend gundên ser bi Kerkûkê, Erebên hawirde hewl didin dest bi ser erdên Kurdan de bigrin. Cotkarên Kurd ên Kerkûkê daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bi hewara wan de biçin.
Endamê Komîteya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê, Şaxewan Ebdullah şeva pêncşemê beşdarî bernameyeke televizyonî bû, ku derbarê pirsgirêka cotkarên Kurd ên Kerkûkê û hewlên dubare erebandin û guherandina demografiya Kerkûkê li dijî Kurdan de bû.
Şaxewan Ebdullah got, ew karê ku Parêzgarê bi wekalet yê Kerkûkê bi nûkirina girêbesta Erebên Hawirde dike, destpêkirina erebandinê û guhertina demografiya Kerkûkê ye, ku di serdema eejîma Beis de jî hebû.
Bi gotina Şaxewan Ebdullah, parêzgarê niha yê Kerkûkê ku bi wekalet wê postê birêve dive, desthilatên xwe bi neyasayî û nedestûrî bi kar tîne û da xuyakirin, wî gelek belge û dosye li ser karên nedestûrî û neyasayî yên îdareya niha ya Kerkûkê û bi taybet Rakan Seîd Cibûrî kom kirine û ew belge radestî nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê kirine.
Wî endamê Komîteya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê, rexne li şêweya karê berpirs û siyasetmedarên Kurd ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî kir û got, rayedarên Kurd bi hest tevgeriyane û bi awayekî yasayî ji bo wan navçeyan kar nekirine û ew mijar bi yasayê çareser nekirine.
Şaxewan Ebdullah jî dibêje, li parlamantoyê madeyeke tayteb bi milkdariyê li wan navçeya heye, ku bi pesendkirina wê madeyê dê pirsgirêka cotkarên Kurd çareser bibe.
Endamê Komîteya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê, Şaxewan Ebdullah dibêje, standina zewiyên cotkarên Kurd û anîna ereban bo cihên wan li Kerkûkê berdewam e
Di beşeke din a axavtina xwe de, Şaxewan Ebdullah amaje bi wê yekê kir, ku Serokê Parlamentoya Iraqê û herwiha Wezîrê Darayî yê Iraqê li ser belgeyên ku wî pêşkêş kiribûn, bi nivîsên fermî ji aliyên pêwnedîdar û îdareya parêzgeha Kerkûkê xwestine, ku proseya erebandinê rawestînin, lê mixabin hêj ew yek nehatiye kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin