Herêma Kurdistanê, 250 ton kartol hinardeyê wî welatî dike
PeyamaKurd- Di çarçoveya girêbesta ligel kompaniyên Erebîstana Siûdî de îro dê 250 ton kartolên ku li Herêma Kurdistanê tên hilberîn, ji bo Erebîstana Siûdî tê hinardekirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya rêkeftina ku bi çend kompaniyên Siûdî re ji bo hinartina 3 hezar ton kartol ji Herêma Kurdistanê re hatiye destnîşankirin de dê 250 ton kartol ji Hewlêrê were hinardekirin.
Rêveberê Giştî yê Zeytûnê yê Hewlêrê Hemn Seyîd Murat got, “Kabîneya 9em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, girîngî daye sektora çandiniyê û ev jî bûye sedem ku di salên dawî de cotkar berhemên zêde bi dest bixin. Me îsal tenê ji Hewlêrê 600 ton berhem hinarde kirin û pêdiviyên bajarên din ên Iraqê jî dabîn kir.”
Hemn Seyîd Murat diyar kir ku di çarçoveya girêbesta ku bi kompaniyên Erebîstana Siûdî re hatiye çêkirin de îro 250 ton kartol ji Herêma Kurdistanê bo Erebistana Siûdî tê hinardekirin û got, ev yek tê wê wateyê ku daxwaz ji bo berhemên Herêma Kurdistanê heye.”
Rêveberê Giştî yê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê Nevzat Şêx Kamil jî tekez kir ku Serokê hikûmetê bi kabîneya 9em ve girîngiyê dide çandinî û sektora taybet a ji bo zêdekirina berhema navxweyî.
Şêx Kamil diyar kir ku Herêma Kurdistanê di destpêka qonaxeke nû ya firotina berhemên xwe yên derve de ye û got, "Em wekî Wezareta Bazirganiyê, her cure alîkariyê pêşkêşî bazirganên ku dixwazin berhemên xwe derxin derve dikin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin