Herêma Kurdistanê bû henardekara kartolan
PeyamaKurd - Di çarçoveya girêbesta ku bi Îmaratê re hatiye îmzekirin de, wê nêzîkî 5 hezar ton kartol ji Herêma Kurdistanê bo Îmaratê bê henardekirin.
Xwediyê kompaniya Aura Hacî Sabir Xoşnaw bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya girêbesta ku bi Îmaratê re hatiye îmzekirin, wê îro ji Herêma Kurdistanê, nêzîkî 100 ton kartolên pîşesazî ji bo Îmaratê bê henardekirin.
Xoşnav da zanîn ku wê ev henardekirin wê heta 15 an 20 rojan bidome û got: Em wa plan dikin ku îsal zêdetirî 25 hezar ton kartol ji bo welatên Kendavê henarde bikin.
Par yekem car ji Herêma Kurdistanê ji bo Îmarat û Erebistana Sihûdî zêdetirî 13 hezar ton kartol hatibû henardekirin.
Hecî Sabir Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir ku li Herêma Kurdistanê nêzîkî 30 cureyên kartolan tên çandin û dom kir: "Kalîteya kartolên cotkarên Herêma Kurdistanê kalîteya herî baş a Rojhelata Navîn e. Ji ber vê yekê jî kartolên Kurdistanê ji aliyê welatên Kendavê ve pir têne daxwazkirin."
Hacî Sabir Xoşnaw ji ber di warê kirrûbirra berhemên cotkaran de hewl dane û bi domdarî piştgiriya sektora çandiniyê kirine, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Hewlêrê û aliyên pâwendîdar kir.
Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê Hemin Seyîd Murad jî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bi saya baldariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo sektora çandiniyê, derfetên cotkaran çêbûye ku berhemên xwe arasteyî bazara navneteweyî bikin û vê rêjeyê roj bi roz zêde bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin