Her ku Erdogan gavekê davêje dolar zêdetir dibe

19 îlon 2018 21:23
Her ku Erdogan gavekê davêje dolar zêdetir dibe

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan her ku diaxive û gavê diavêje dolar zêdetir dibe û ew jî hêrstir.

Erdogan got: "Li vî welatî kirê û mirêya bi dolar, ewro û filan û bêvanî tuneye. Li vî welatî êdî tenê lireyê Tirkiyeyê derbas dibe. Heger wisa nebe wê berdêla vê bidin."

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Roja Xaziyan da axivî.

Serokomar Erdogan di xeberdana destnîşan kir li vî welatî kirê û mirêya bi dolar, ewro û filan û bêvanî tuneye û got li vî welatî êdî tenê lireyê Tirkiyeyê derbas dibe, heger wisa nebe wê berdêla vê bidin.

Erdogan destnîşan kir bi qeyran û filan û bêvanî nexapin û wiha got: "Ev hemû manîpulasyon in. Li cem me qeyran tuneye û em bihêz dibin û ber bi pêşerojê va dimeşin."

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser mijara Îdlibê û wiha peyivî: "Me got 'bira êdî li Îdlibê xwîn nerije.' 12 xal hatin rêzkirin û îmzekirin. Ev li dervayî sînorên me ji bona aştiyê gavek e."

Lê dîsa jî dolar kêm nebû derket.