Blinken: Wê 400 milyon dolar zêdetir alîkarîya mirovî bo Filîstîniyan bê kirin
11 hezîran 2024 23:02
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, ragihand ku wê alîkariyeke mirovî ya zêdetirî 400 milyon dolaran bi xelkê Filîstînê bê kirin.
Blinken di konferansa Urdinê de axivî û got, wê zêdetirî 400 milyon alîkarî bo Filîstîniyan bê kirin û banga beşdariyê li beşxkaran kir.
Herwiha Blinken diyar kir ku ji bo rakirina astengên li pêşiya gihandina alîkariyan bo Xezeyê Îsraîlê gavên girîng avêtine û got, divê ji vê zêdetir bê kirin.
Wezîrê Amerîkî got ku ji bo mirinên sivîl kêm bibin divê Îsraîlê zêdetir gavan bavêje.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin