Henry Kissinger 3 senaryoyên pêsbînîkirî ji bo bidawîbûna serê Ukraynayê eskere kir

01 tîrmeh 2022 15:30
Henry Kissinger 3 senaryoyên pêsbînîkirî ji bo bidawîbûna serê Ukraynayê eskere kir

PeyamaKurd – Wezîrê berê yê Karên Derve yê Amerîkayê Henry Kissinger 3 senaryoyên pêşbînîkirî ji bo bidawîbûna şerê Ukraynayê eşkere kir.

Henry Kissinger ji kovara The Spectator re diyar kir, eger Rûsya gihîştibe cihê ku dixwaze, şer dê bi dawî bibe.

Kissinger eşkere kir, pêwîstiya Rûsyayê bi wê yekê heye ku bi rêjeya %20ê axa Ukraynayê kontrol bike, ew jî li herêma Donbas pêk hatiye, deverên pîşesazî û çandiniyê, beşek ji deverên bender ên li ser Deryaya Reş, ev ji bo Moskowê ragihandina serkeftinê ye.

Di berdewamiyê de destnîşan kir, di vê demê de rola NATO ne girîng e, her weke beriya niha dihat pêşbînîkirin.

Henry Kissinger diyar kir, senaryoya duyem, derxistina artêşa Rûsyayê ji Ukraynayê ye, bi taybetî ji navçeya Qirimê, herwiha di dema berdewambûna şer de, metirsiya derbasbûna nav welatên Ewropayê heye.

Herwiha da zanîn, senaryoya sêyem, vegera rewşê ji bo beriya 24ê Sibatê û beriya destpêka şer, ev jî bi rêya pirçekkirina Kîevê dibe, an jî Ukrayna di siberojê de bibe endama NATO.