Henry Kissinger mir: Kurd ji bo çi jê nerazî ne?
PeyamaKurd – Yekem Wezîrê Derve yê cihû li Amerîkayê Henry Kissinger, di temenê xwe yê 100 saliyê de mir û mirina wî karvedaneke mezin bi xwe re anî.
Henry Kissingerê ku profesorê Zanîngeha Harvardê bû, ji ber jêhatîbûna xwe ya dîplomasiyê di navbera salên 1969-1975an de bûye şêwirmendê ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê û di salên 1973-1977an de jî wek yekem welatiyê cihû yê Amerîkî bûye wezîrê derve.
Kissinger di diyarkirina polîtîkaya Amerîka ya derve de, roleke girîng lîstiye û bandora wî di proseyên şerên Vîetnam, Şîli, Rojhilata Navîn, pêwendiyên Amerika-Çînê, şerê sar ê navbera Sovyetê û Amerîkayê de heye.
Kurd û Kissinger
Piştî ragihandina mirina Kissinger, di nav Kurdan de jî nîqaş hate destpêkirin. Bi taybet tê bibîrxistin ku di heyama şerê Îran-Iraqê de, Kissinger tevî sozên dane Mele Mistefa Barzanî jî piştî dawîbûna şer ew sozên xwe negirtine.
Kissinger sala 1975an jî di daxuyaniyeke xwe de gotibû, ew Tirkiye û Îranê di oxira Kurdan de naxeyîdînin û Kurd neçarî kiryarên Bexdayê û Moskowê kiribûn. Piştre jî êrîşên ser Kurdan heta proseya Enfalê hatibûn zêdekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin