Hengaw: “ Asayîsa Îranê kolberekî kust”

06 hezîran 2020 23:29
Hengaw: “ Asayîsa Îranê kolberekî kust”

PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Serdeştê li ser sînorê her dû perçeyên Kurdistanê, hêzên asayîşa Îranê sîlihan berdan kolberên Kurd û di encamê de kolberekî wefat kir û 3 kolber birîndar bûn.

Li gor ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengaw ê kolberê ku jiyana xwe ji dest daye, ji gundê Beluke ye û navê wî Omer Meslehetî ye. Kesên bi navên Ebdulrehman Seqayeqî, Umîd Kuşiyar birîndar bûne û navê birîndarê dinê nehatiye zanîn. Hengaw dibêje dibe ku birîndar zêdetir bin.

Hengaw radigihîne ku di meha gulanê de asayîşa Îranê 12 kolberan kuştiye û 24 kolberan birîndar kiriye. Hêzên asayîşa Îranê roj tine ku êrîşê kolberan neke.