Asayîsa Îranê ji bo jinên sergirtinê îhlal dikin peyama hisyariyê ji wan re disînin

09 nîsan 2023 03:47
Asayîsa Îranê ji bo jinên sergirtinê îhlal dikin peyama hisyariyê ji wan re disînin

PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa giştî ya polîsên Îranê ragihand ku sergirtina jinan qanûne û kesên qanûnan îhlal dikin, tesbîta wan bi kamerayan dikin û ji wan re bi peyaman hişyariya qanûnî didin. Bi peyama ku dişînin re dîmenên ku serê xwe negirtine, roja wê û ciyên ku sergirtinê îhlal kirine dişînin. Di daxwyaniyê de weha hat gotin:

“Polîs wê rê nede ti tevgerekî li dijî qanûn. Em pêşî kesên ku qanûn îhlal kirine tesbît dikin û ji wan re wêne, roj û ciyê îhlalê bi peyamê dişînin. Polîs, kesê ku qanûnan îhlal dike, wê li hemberê wan qanûn bikarbîne.”

Her weha ji bo esnafan û karsazan jî heman hişyarî di derbarê cil û bergên wan de didin û dixwazin li gor qanûnan tevbigerin. Polîs ji bo sergirtina jinan weha dewam dike:

“Me tesbît kiriye ku hun li dijî qanûna cezayê tevgeriyane û we qanûna sergirtinê îhlal kiriye. Ev peyam ya hişyariyê ye. Eger hun îhlala sergirtinê dewam bikin, wê di derheqqê we de kiryarên qanûnî bên kirin.”