Heneka Scholz a li ser koçberan, bû sedema bertekan!
PeyamaKurd- Ji ber ku Serokwezîrê Almanyayê Olaf Schozl li ser koçberên ku di ser Deryaya Spî re derbasî Almanyayê dibin henek kirin, rastî bertekên tund hat.
Olaf Scholz, li Nurnbergê beşdarî çalakiya ku ji aliyê Dêra Protestan ve hat organîzekirin bû û li ser polîtîkaya koçberî û penaberan hin nirxandin kirin.
Scholz diyar kir ku her çend Almanya ne welatekî li ser sînorê derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) ye jî welatê ku herî zêde serlêdana penaberiyê lê dike ye.
Olaf Scholz da zanîn ku piraniya koçberên neqanûnî yên ku tên Almanyayê, li welatên din ên Yekîtiya Ewropayê qeydkirî ne.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz bal kişand ser hejmara zêde ya koçberên neqanûnî yên ji Almanyayê û got,
“Min ev henek berê jî li Konseya Ewropayê kiribû. Divê Almanya li ser Deryaya Spî xwedî peravê mezin be. Ji ber ku li gorî welatên ku rastî peravê wan li ser Derya Spî hene, piraniya penaberên ku di ser Derya Spî re tên Ewropayê, tên Almanyayê."
“Kesê ku bi vê rewşê bikene, bila welêt bi rê ve nebe”
Van gotinên ku Scholz ku wekî "pêkenok" bi nav kirin, li ser medyaya civakî bû sedema bertekên tund. Rêxistina Sivîl a Elman Sea Watch ku ji bo rizgarkirina koçberên neqanûnî bi keştiyan li Derya Spî dixebite, bi rêya hesabê medyaya civakî rexne li Scholz kirin û got,
"Tenê di sala 2023yan de li Derya Spî ji hezar û 150î zêdetir mirin çêbûn. Ev henekeke xerab e ku hatiye bîra Serokwezîr. Yên ku bi vê rewşê bikenin, bila welêt bi rê ve nebin.”
Parlamenterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) Matthias Hauer jî diyar kir ku divê serokwezîrekî Alman henekên xwe bi êşên kesên din neke.
Endama Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Lilly Baudszun jî got ku “Divê serokekî sosyal-demokrat, bi tu awayî qala mirovên wiha neke.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin