Li Agiriyê 'sinnetkirina jinan' bû sedema bertekan
Li Agiriyê bijîşkekî ragihand ku 'ew dikare jinan sinnet bike' û ev yek li ser medyaya civakî jî belav kir. Gelek kes bertek nîşanî vê yekê da û der barê vî bijîşkî de lêpirsîn hat destpêkirin.
RûpelNews - Bijîşkekî ku li bajarê Agiriyê dixebite li ser hisaba xwe ya medyaya civakî nivîsekê belav kir ku bû sedema berteka gelek aliyan.
Di parvekirinê de ji hêla bijişk ve tê ragihandin ku ew dikare jinan sinnet bike. Gelek kes, saziyên bijîşkî û civakî nerazîbûna xwe nîşanî parvekirina bijîşkê dan.
Piştî bertekan ji hêla Yekîtiya Bijîşkên Tirk ve daxuyaniyekê nivîskî hat belavkirin û hat diyarkirin ku ev parvekirin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Saziyê da zanîn ku der barê bijîşk de lêrpirsîna disîplinî hat destpêkirin.
Li Tirkiyeyê bingeha vê yasayî nîn e
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) sinnetkirina jinan wekî 'Şêlandina Zayendî ya Jinan' pênase dike. Rêxistin diyar dike ku ev pratîk ti hinceteke bijîşkî nîn e û ne mafeke mirovî ye ku yekparetiya laşî ya jin û keçan binpê dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek rêxistinên navneteweyî jî banga ji holê rakirina vê pratîkê dikin. Li Tirkiyeyê, ti bingeheke sinetkirina jinan a yasayî an jî bijîşkî nîn e.
