Hemas li xwe mukûr hat: Kustina sivîlan xeletî bû
PeyamaKurd - Hamasê weşandina belgenameyeke 16 rûpelî sedemên êrişa 7ê Cotmehê ya li dijî Îsraîlê aşkere kir. Rêxistinê angaşt ku ev êriş "li dijî dagirkeriya Îsraîlê êrişeke pêwîst bûye."
Weşandina vê belgenameyê yekemîn daxuyaniya rêxistinê ya di derbarê êrişa 7ê Cotmehê de ye.
Yek ji xalên balkêş ên daxuyaniya Hamasê jî lixwemikurhatina xeletiyen di êrişê de bû. Rêxistinê angaşt ku ev xeletî ji ber hilweşîna bilez a pergala ewlehiyê ya Îsraîlê qewimîne.
Di êrişa 7ê Cotmehê de piraniya wan sivîl 1200 kes hatibûn kuştin. Nêzîkî 250 kes jî dîl hatibûn girtin.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de li xwe mikur hat ku kuştina sivîlan xeletî bûye û angaşt ku kuştina sivîlan di dema pevçûna bi leşkerên Îsraîlê re bi şaşî rû daye.
Di belgenameya Hemasê ya ku bi Îngilîzî û Erebî hate weşandin de hate gotin ku "Gelek Îsraîlî ji aliyê artêş û polîsan ve di nava tevliheviyê de hatine kuştin."
Rêxistinê, sedema sereke ya êrişa xwe "dagirkeriya Îsraîlê" destnîşan kir û amaje pê kir ku li hember pêkanînên ku li dijî gelê Filistînê têne kirin, "ev êriş asayî ye."
Hamasê di belgenameya xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku piştî şerê Xezzeyê, ew ê li ser siberoja gelê Filistînê biryarê bide.
Rêxistinê ragihand ku ew ê rê nede ku welatekî din li ser navê wê biryarê bide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin