YEyê pistî kustina 13 kesan bang li Sûdanê kir: Dewrî sivîlan bikin

03 hezîran 2019 23:56
YEyê pistî kustina 13 kesan bang li Sûdanê kir: Dewrî sivîlan bikin

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) îro duşemê piştî mudaxeleya leşkeran a ser sivîlên xwepêşander û kuştina bi kêmanî 13 kesan di wan bûyeran de, bangewazî li rêveberiya leşkerî ya Sûdanê kir.

Rêveberiya Sûdanê ya dîktator El Beşîr a 30 salan, piştî xwepêşandanên berdewan ên 19ê Kanûna 2018an dest pê kiribûn 11ê Nîsana 2019an bidawî hatibû û artêşê rêveberiyeke demkî ragihandibû.

Welatiyên Sûdanê li dijî rêveberiya leşkerî jî derketibûn û ta niha jî daxwaza rêveberiyeke sivîl û demokratîk dikin.

Îro li Sûdanê dîsa xwepêşandan hatin lidarxistin û di encama mudaxeleyên tund ên hêzên leşker û ewlekariyê de bi kêmî 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Yekîtiya Ewropayê li ser bûyeran bangewazî li rêveberiya leşkerî kir ku bilez rêveberiya welat dewrî sivîlan bike û rêzê li mafê xwepêşandanê yê gel bigire.

Berdevka Komisyona YEyê Maja Kocijancic got, "Em geşedanên li Sûdanê ji nêzîk ve dişopînin. Em bangê li Konseya Leşkerî dikin xem û fikarên gel li ber çavan bigirne û rêzê li mafên wan bigire.”