PDKê bombebarana Tirkiyê û kustina 2 sivîlan sermezar kir

24 rêbendan 2019 15:17
PDKê bombebarana Tirkiyê û kustina 2 sivîlan sermezar kir

PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bombebarana Tirkiyê ya li ser devera Amediyê ku 2 welatiyên sivîl di encamê de can dan şermezar kir û got, bi ti hincetan nabe xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê bên bombebarankirin. 

Balafirên şer ên Tirkiyê şeva borî çend navçeyên sînorî yên bajarokê Dêrelokê li navçeya Amediyê ya parêzgeha Duhokê bombebaran kirin û di encamê de 2 welatiyên sivîl hatin kuştin û 2 welatiyên din jî birîndar bûn ku aqûbeta wan nediyar e. 

Di daxuyaniya fraksiyona PDKê de hat gotin: “Mixabin careke din ji ber bombebarana Tirkiyê li navçeyên sînorî yên nêzîkî bajarokê Dêrelokê ya ser bi Amediyê ve, du welatî şehîd bûn û du kesên din jî winda bûne.” 

PDKê êrîş şermezar kir û got: “Em bi tundî vê bombebaranê şermezar dikin û pêwîst e ew hêzên ku bûne hincet û sedema bombebaranan, milmilaniyên xwe nekin hincet, daku êdî xelkê sivîl û gundiyên Herêma Kurdistanê nebin qurbanî.”