"Heke Îran êrisî Îsraîlê bike emê Esed bînin xwarê"

11 nîsan 2018 23:01
"Heke Îran êrisî Îsraîlê bike emê Esed bînin xwarê"

PeyamaKurd - Hat ragihandin, rayedarên artêşa Îsraîlê gotin heke Îran êrîşî welatê wan bike ew ê rejima Esed a li Sûriyeyê ji text bînin xwarê.

Rojnameya Jerusalem Postê ragihand ku rayedarên artêşa Îsraîlê yên navên wan nehatin dayîn dibêjin "Heke Îran erdên Sûriyeyê bi kar bîne û ji wir êrîşî Îsraîlê bike, rejima Esed ew ê bedela wê bide."

Di xeberê de hat destnîşankirin ku rayedaran ji Îranê qewêtî kirin ku êrîşî Îsraîlê neke û gotin, "Heke Îran erdên Sûriyeyê bi kar bîne û ji wir êrîşî Îsraîlê bik em ê rejima Esed ji nexşeyê û dinyayê paqij bikin."

Li gor xeberên di çapemeniya herêmî de hatin weşandin jî Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ji wezîran xwest ku di mijara Sûriyeyê de dengê xwe dernexin.

Duşema çûyî 2 teyareyên şer êrîşî baregeha hewayê ya T-4ê a li Humsa bajarê Sûriyeyê kiribûn, di bombebaranê de 2yê wan esker, 5ê wan milîs bi tevahî 7 kes hatibûn kuştin.

Rûsyayê û rejima Esed diyar kiribûn ku êrîş bi destê Îsraîlê hatiye kirin, rêveberiya Tel Avîvê jî ev red kiribû.

Rayedarekî ji Îranê di daxuyaniya xwe de gotibû, "Ev êrîşa ew ê bê bersiv nemîne" û peyam dabû ku ew ê bersivê bidin Îsraîlê.