Hejmara qurbaniyên serê Lîbyayê derket 376an

03 gulan 2019 13:08
Hejmara qurbaniyên serê Lîbyayê derket 376an

PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku di şer û pevçûnên li paytexta Lîbyayê Trablusê derketiye 376yan. WHyê eşkere kiriye ku hejmara birîndaran jî 1822 ye.

Li gorî daxuyaniya WHOyê ku di ajansa fermî ya Lîbyayê LANAyê de derketiye, di êrişên General Xelîfe Hafter4ê nîsanê bi ser Trablusê de dabû destpêkirin heta niha 376 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 822 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê ya berê, di şer û pevçûnan de 345 kes mirine û hezar 652 kes birîndar bûne.

Serokê hêzên çekdar ên rojhilatê wî welatî Hafter ji bo kontrolkirina Trablusê 4ê nîsanê fermana êrişê dabû. Li ser vê yekê yekîneyên UMHyê jî li dijî Burhan el Gadabê operasyon dabû destpêkirin.

Nêzîkî mehekê ye, di navbera Yekîneyên UMH yên Libyayê û hêzên girêdayî Hafterî de şer û pevçûnên giran diqewimin