SOHR: Di serê Qerebaxê de hejmara çekdarên kustî derket 72yan
04 cotmeh 2020 23:54
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê di şerê Qerebaxê de derket 72 çekdaran û beşeke din jî bo şandina Azerbaycanê têne amadekirin.
SOHRê beriya niha bi zarê çavkaniyên xwe ragihandibû ku di 48 saetên dawî de 36 çekdarên Sûrî di şerê Qerebaxê de hatine kuştin ku li gorî rapora dawî ya SOHRê hejmara çekdarên kuştî derketiya 72 kesan.
Herwiha SOHR daye zanîn ku beşeke din ji çekdaran bo şandina Azerbaycanê têne amadekirin ku dibe di nav çend saetan yan jî rojên nêzîk de bigihin Azerbaycanê.
Li gorî SOHRê heta niha li derdora hezar û 200 çekdarên bi ser Tirkiyê ve gihîştine Azerbaycanê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
SOHR: Li Serêkaniyê 7 çekdarên girêdayî Tirkiyê teslîmî HSDê bûn
01 mjd 2020
Jiyan
SOHR: Di serê Qerebaxê de 36 çekdarên Sûrî hatin kustin
04 cot 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin