Hejmara parlamentên Dêrsimê zêde bû

27 hezîran 2024 12:39
Hejmara parlamentên Dêrsimê zêde bû

PeyamaKurd - Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, herêmên hilbijartinê û hejmara parlamenterên bajar û parêzgehan li gorî daneyên şêniyan ên Dezgeha Daneyan a Tirkiyeyê ji nû ve hatin diyarkirin.

Biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê ya li ser herêmên hilbijartinê û hejmara parlamenteran di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê ragihand ku hejmara parlamenterên Dêrsima Bakurê Kurdistanê bûye 2.

Li Stenbolê 2 kêm bûn

Bi tevahî 600 kursiyên Parlamena Tirkiyeyê hene û herî zêde ji Stenbolê (96), Enqere (36) û Îzmîrê (28) parlamenter tên hilbijartin.

Li gorî daneyên nû yên gelheyê, hejmara parlamenterên Stenbolê ji 98an daket 96an.

Li gorî biryara nû, Dêrsim wê di hilbijartinên bê de 2 parlamentan bişîne Parlamena Tirkiyeyê.

Bakurê Kurdistanê

Li Bakurê Kurdistanê herî zêde ji Riha (14), Dîlokê (14) û Amedê (12) parlamenter tên hilbijartin.

Ji 600 parlamenterî 130ê wan ji 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê tên hilbijartin.

Herî kêm jî ji Erzinganê (2), Dêrsim (2), Kilîs (2), Îdir (2) û Erdexanê (2) parlamenter tên hilbijartin.