FIFA ji bo zêdekirina hejmara tîman bo Kûpaya Cîhanê dê bicive

13 tîrmeh 2026 14:03

Serokê FIFAyê Gianni Infantino ragihand ku ji bo ku hejmara tîmên beşdar bo Kûpaya Cîhanê derxin 64an dê danûstandinan bikin.

FIFA ji bo zêdekirina hejmara tîman bo Kûpaya Cîhanê dê bicive

RûpelNews - Serokê FIFAyê Gianni Infantino di axaftina xwe ya ji bo weşangera Swîsrî Blue Sport de got ku divê Kûpaya Cîhanê ji bo "tevahiya cîhanê" be û tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hejmara tîman kir da ku bikaribin beşdarî tûrnûvayê bibin.

Infantino derbarê wê yekê de ku gelo tûrnûva dikare ji bo 64 tîman were berfirehkirin, wiha got:

"Ev hemû mijar in ku em ê piştî Kûpaya Cîhanê lêkolîn bikin. Dema ku Kûpaya Cîhanê tê organîzekirin, girîng e ku ew ne tenê ji bo Ewropa û Amerîkaya Başûr, lê belê ji bo tevahiya cîhanê were organîzekirin. Divê her welatek derfeta beşdarbûna Kûpaya Cîhanê hebe."

Infantino Kûpaya Cîhanê ya yekem a 48-tîmî wekî "serkeftineke mezin" bi nav kir û wek mînak amaje bi wê yekê kir ku ji 10 tîmên Afrîkayê 9 tîm derbasî qonaxên elîminasyonê bûbûn.

Encûmena FIFAyê di sala 2017an de berfirehkirina Kûpaya Cîhanê ku hejmara tîman 32 bû 16 tîmên din lê zêde kir û kir 48 tîman.

Pêşniyareke fermî ji bo berfirehkirina Kûpaya Cîhanê ya 2030an bo 64 tîman di Nîsana 2025'an de ji aliyê CONMEBOL, saziya rêveber a futbolê ya Amerîkaya Başûr ve hat pêşniyarkirin, lê heta niha ti biryar nehatiye girtin.

Tûrnûvaya 2030an dê bi giranî ji aliyê Spanya, Portekîz û Marokoyê ve were mazûvanîkirin. Lêbelê, sê maçên vekirinê yên tûrnûvayê dê li Arjantîn, Urûgay û Paragûayê werin lîstin, ji bo pîrozkirina sedemîn salvegera rêxistinê.

Urûgûayê di sala 1930an de mazûvaniya Kûpaya Cîhanê ya yekem kiribû.