Ferîbot wergeriya: Zêdetirî 100 kesî winda ne!
Ferîboteke ku 116 rêwî di xwe de dihewand, li peravên welatê Amerîkaya Başûr Guyanayê wergeriya. Rayedaran ragihand ku heta niha 8 kes hatine rizgarkirin û lêgerîn û rizgarkirina rêwiyên din berdewam e.
RûpelNews - Hatiye ragihandin ku li welatê Amerîkaya Başûr Guyanayê, ferîboteke ku 116 rêwî tê de bûn, wergeriyaye û heta niha heşt kes hatine rizgarkirin.
Ferîbotê MV Barima dema ku ji paytext Georgetown ber bi herêma Port Kaituma ve diçû, wergeriya.
Wezîrê Karên Giştî yê Guyanayê, Juan Edghill, di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku piştî hişyariyeke awarte ku derdora saet 23.00 bi dema herêmî hat wergirtin, operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo ekîba ferîbotê û 116 rêwiyan hatin destpêkirin.
Edghill destnîşan kir ku MV Barima, ya ku di sala 1939an de hatiye çêkirin, bi 250 êlekên rizgariyê, du keştiyên rizgariyê û şeş keştiyên rizgariyê yên pifkirî ve hatibû amadekirin.
Desthilatdaran ragihand ku heşt kesên li ser keştiyê hatine rizgarkirin û hewldanên ji bo rizgarkirina rêwiyên mayî berdewam dikin.
Hejmara endamên ekîbê yên li ser keştiyê nehat eşkerekirin.
