Hêjmara kustiyên Xezzeyê ji 14 hezar û 500 kesan derbas kir
PeyamaKurd - Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de hatin kuştin derket 14 hezar û 532yan.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xezeyê, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de, li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên nû dan.
Li gorî wê daxuyaniyê, ji sedî 69ê wan kesên ku ji 7ê Çiriya Pêşînê ve li Xezeyê hatin kuştin jin û zarok in.
Hatiye daxuyandin, li Xezeyê tenê di rojekê de 404 kes hatine kuştin û hejmara kuştiyan derketiye 14 hezar û 532yan.
Herwiha hat diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê de herî kêm 6 hezar zarok û 4 hezar jin hatine kuştin.
Dîsa amaje pê hat kirin ku 7 hezar kes jî winda ne.
Li gorî heman daxuyaniyê, li Xezeyê di 47 rojan de 205 xebatkarên tenduristiyê, 25 peywirdarên parastina sivîlan û 64 rojnamevan hatine kuştin.
Hat ragihandin ku hejmara birîndaran ji 35 hezaran derbas bûye ku ji sedî 75ê wan jin û zarok in.
Li aliyê din, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve ku êrişa Hemasê dest pê kiribû tevî leşkeran herî kêm hezar û 400 Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin