Hejmara kesên hatin binçavkirin gihîst 42yan

26 hezîran 2020 21:21
Hejmara kesên hatin binçavkirin gihîst 42yan

PeyamaKurd – Di encama operasyonên polîsên Tirkiyê yên li Diyarbekir û 6 bajarên din de ku bi ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û çend sazî û rêxîstinên Kurdan de hatin encamdan de, 42 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê hatiye destpêkirin ku di çarçova lêpirsîna li dijî KCDê biryara binçavkirina 64 kesan hatiye dayîn.

Polîsan danê sibê li Diyarbekirê avêtibû ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û çend mal û avahiyên din û herî kêm 11 kes hatibûn binçavkirin.

Di encama operasyona ku hevdem li 7 bajaran birêve çû de, Endamên Diwana KCDê,  Jiyan Taş û Hûseyîn Kaya, Rêvebira Komeleya Jinan a Rosayê Rojda Bariş, Hevşaradara jikardûrxistî ya Farqînê Naşîde Toprak û Serokê Şaxa Amedê ya Sendîqaya Kedkaran Suphî Îzol jî nav de bi giştî 42 kes hatin binçavkirin.

Polîsan li avahiyên KCD û Weşanxaneya J&J lêgerîn kirin û dest danîn ser hejmarek belgeyên KCDê û tabelayên KCDê jî hatin daxistin.