Îran | Hejmara kustiyan gihîst 319 kesan, 250 karkerên petrokîmyayê hatin binçavkirin

08 mijdar 2022 00:25
Îran | Hejmara kustiyan gihîst 319 kesan, 250 karkerên petrokîmyayê hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê bi hinceta piştevaniyê didin protestoyên seranserî bi ser navendeke petrokîmyayê de girtin û 250 karker xistin bin çavan. Herwiha li gorî amarên dawî yên rêxistinên mafên mirovan hejmara xwepêşanderên hatine kuştin gihîştiye 319 kesan û heta niha 14 hezar û 823 kes jî hatine binçavkirin.

Li gorî çavkaniyên ji nav Îranê ragihandine, hêzên ewlehiyê yên Îranê doh roja Yekşemê bi ser Navenda 1 a Bûşehr û faza 2 ya petrokîmya ya Abadanê de girtine û 250 karkerên li wir dixebitin binçav kirine.

Herwiha li ser kanala telegramê ya koma  kedkarên girêbestî yên neftê jî binçavkirina 250 karkeran hatiye piştrastkirin.

Hat diyarkirin ku ew xebatkarên petrokîmyayê bi hinceta piştevanîdana protestoyên ku di roja xwe ya 52yan de, li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, hatine binçavkirin.

Li gorî amarên dawî ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên Îranê ve hatine belavkirin, di protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî de, ji 16ê Îlona borî ve 319 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin ku ji wan 50 zarok in. Herwiha heta niha 14 hezar û 823 kes jî hatine binçavkirin û tenê nasnameya 1862 kesan hatiye zanîn.