''Hedefa Hikûmeta Iraqê nirxa her dolarekî Amerîkî bigihîne 1500 dînarî''

19 berfanbar 2020 16:59
''Hedefa Hikûmeta Iraqê nirxa her dolarekî Amerîkî bigihîne 1500 dînarî''

PeyamaKurd – Endamekî Komîsyona Darayî yê Parlementoya Iraqê diyar dike, hedefa Hikûmeta Iraqê, nirxa her dolarekî Amerîkî bigihîne 1500 dînarî.

Li gor Endamê Komîsyona Darayî yê Parlementoya Iraqê Ebdulahdî Seidawî da zanîn, Serokê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib, ji Komîsyona Darayî re gotiye, roja yekşemê (sibê) dê nirxa her dolarekî Amerîkî bigihînin 1450 dînarî.

Herwiha parlementerê Iraqî got, dibe ku nirxa her dolarekî Amerîkî bigihe nêzîkî 1600 dînarî jî.

Li gor pisporên aborî, Hikûmeta Iraqê dixwaze bi vê yekê valahiya ku di budçeyê de heye, tijî bike.