Kurdan û Îspaniyan avabûna hikûmeta nû ya Iraqê nirxandin
PeyamaKurd - Şandeke Îspanyayê ya bi serokatiya balyozê wî welatî li Bexdayê bi Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan û aliyan pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Îspanyayê li Bexdayê Juan José Escobar Stemmann û şandeke pê re kir.
Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Balyozê Îspanyayê li Bexdayê Juan José Escobar Stemmann behsa rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe, herwiha pêşvebirina peywendiyan di warê zanistî, çandî û aborî de kiriye.
Juan José Escobar Stemmann herwiha ji ber pêşwazîkirina hejmareke zêde yê penaber û koçberên destê terorê destxweşî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.
Di hevdîtinê de Serokwezîr Barzanî jî ragihandiye, ku Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê peywendiyên li gel Îspanyayê giring dibînin û amade ne ji bo zêdetir pêşvebirina peywendiyan di hemû waran de kar bikin, bi taybetî jî di mijara binyadanîna peywendiyên aborî ya herdu aliyan.
Herwiha di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Iraqê, rola siyasiyên Kurdistanê di pêkanîna hikûmetê de û beşdarbûna hikûmetê hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin