HDP û YSP, dicivin: Dibe ku biryara pistgiriyê biguherînin!

24 gulan 2023 18:30
HDP û YSP, dicivin: Dibe ku biryara pistgiriyê biguherînin!

PeyamaKurd- Rayedarên HDP û Partiya Çep a Kesk biryar da ku li ser protokola navbera namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag bicivin û biryara xwe ya piştgiriyê di ber çavan re derbas bikin.

Piştî ku îro Kemal Kiliçdaroglu û Umît Ozdag protokola ku tê de xala 'berdewamkirina pêkanînên qeyûman destnîşan' jî hebû destnîşan kir, rêvebirên HDP û YSPê ragihand ku ew ê rewşê ji nû ve binirxînin.

Hat diyarkirin ku li ser encamên derbirîna nav protokolê ya “Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de di cihê rêveberên mahalî û îdarî yên ku pêwendiya wan a bi terorê re bi awayê hiqûqî hatiye tespîtkirin, dê pêkanîna tayînkirina erkdarên dewletê, di çarçoveya darazê de berdewam bike.” nirxandin bên kirin.

Tê payîn ku piştî vê civîna nirxandinê, daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî bê dayîn.

Beriya hilbijartinên 14ê Gulanê, Partiya Çep a Kesk ragihandibû ku ew ê namzed dernexin û dê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin. Partiyê, piştî hilbijartin ma gera duyem jî car din ji piştgiriya xwe ji bo Kiliçdaroglu ragihandibû.