HDP li bajarên Kurdan rayên xwe zêde dike!

01 hezîran 2018 16:59
HDP li bajarên Kurdan rayên xwe zêde dike!

PeyamaKurd- Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) ya ku bi anket û raporên xwe yên li bajarên Kurdan tê naskirin, ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê jî li bajarên Kurdan lêkolînek kir û encamên wê parve kirin.

Serokê SAMERê Yûksel Genç got ku kî rayên Kurdan bistîne, ew ê bi ser keve. Partiya îqtîdarê AKP 16 salan bi saya pirsgirêka Kurdî li ser îqtîdarê ma.

Tewra Recep Tayyip Erdogan ya li dijî Referanduma Kurdistanê û operasyona li dijî Efrînê, AKP xiste nav koma Antî-Kurd.

Êdî AKPê jî Kurd ji wechê xwe avêtin. Îhtîmaleke mezin e ku Partiya Seadetê (Saadet Partisi) û İyi Parti (İP) qismekî rayan bistînin. Berê, tenê HDP û AKP li herêmê hebûn. Lê êdî ev rewş guheriye.

Genç wiha berdewam kir: “Li gorî HDP wê li bajarên Kurdan rayên xwe yên herî zêde wê vê carê bistîne.”