Li gorî anketan muxalefet rayên xwe zêde dike!
PeyamaKurd- Ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ya Serokomariya Tirkiyê, Şirketa SONARê jî pirsnameyek/anketek çêkir. Di anketê de xalên balkêş hene. Hêdî hêdî muxalefeta li dijî Erdogan rayên xwe zêde dike.
Serokê şirketa SONARê Hakan Bayrakçi, anketa xwe ya Ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ya Serokomariya Tirkiyê eşkere kir. Bayrakçi got ku Meral Akşener, Selahattin Demirtaş û Muharrem İnce hêdî hêdî rayên xwe zêde dikin.
Li gorî şirketa SONARê, rêjeya rayên Namzetên Serokomariya Tirkiyê wiha ye:
Recep Tayyip Erdogan : %43-47
Muharrem İnce : %25-26
Meral Akşener : %15-16
Selahattin Demirtaş : %11-12
Bayrakçi got ku li gorî van encaman Recep Tayyip Erdogan û Muharrem İnce dimînin tûra duyem, lê belê heye ku Meral Akşener ji Muharrem İnce derbas bibe û ew bimîne tûra duyem.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin